Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ––ABNA–Rêberê giranqedr ê Şoreşa Îslamî îro danê sibê di peyameke televîzyonî da bimebesta, roja 22`ê Behmenê(11 sibat1979 Zayinî) roja eşkerekirina hêz û şerefa miletê Îranê bi nav kir û bal kişande ser wê yekê ku hebûna xelkê di meşê de û dilsoziya xwe bi Komara Îslamî ya Îranê re, dê bibe sedem ku dijmin ji dijminatiya Îranê paşde biçe û ji dijminatiya neteweyî2`ê re got: dijmin bi îrade û sekna xwe nîşan dide.
Hezreta Ayetullah el-Uzma Xameneyî got: Miletê Îranê di 22`ê Behmana sala 1357`an(11 sibat1979 Zayinî) de bi rizgarkirina welat ji destêwerdanên biyaniyan, serkeftinek mezin bi dest xist û di van salan de li hemberî hewlên berdewam ên wan bo vegerandina rewşa berê rawestiya, ku roja 22 behman nîşana vê berxwedanê ye.
Wî teqez kir: Ev meş û çûna li kolanan dê wan kesên ku çavbirçîtiya Îranê, Komara Îslamî û berjewendiyên milet dikin neçar bike ku paşde bikevin.
Rêberê giranqedir ê Şoreşa Îslamî xitabek ji miletê Îranê kir û destnîşan kir: Wek her carê carek din bi nîşandana hêza neteweyî ya ku tê wateya yekîtî, hêza fikir û îradeyê û mebesta xwe û rawestana li hemberî tehdîdan, dijmin bêhêvî dike, ji ber ku heta dijmin bêhêvî nebe, dest ji çewsandinê bernade.
Your Comment